Vegera bo Raqqa Walla projeyek afirîner e ku ji aliyê hunermendê civakî Juan delGado ve, bi komek ciwanên bajarê Reqqa li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin. Bi hevkariyê ew mîrateya muzîkî û ne maddî ya vî bajarî li ser çemê Firatê dişopînin. Bi karanîna teknolojiya dîjîtal û Rêbazek birfireh ew bi muzîkjen û stranbêjên herêmî yên ji nifşa kevn re têkiliyek pêbawer a domdar saz dikin. Tîma herêmî bi muzîk û çîrokên wan re hevpeyivîn û tomar kirin, ka çi îlhama wan daye, ew çawa muzîka xwe bi mîrata devkî ya civaka xwe ve girê didin.
Armanca projeyê ewe ku têkiliyên demdirêj di navera nifşan biafirîne, Ku ciwan bi awayekî aktîf beşdarî tomarkirina çîrokên mezinan bibin. Bikaranîna teknolojîya dîjîtal fersendek dide civakê ku nêrîna qalib girtî yan grêdayî wan biguherînin.